Sunday, December 6, 2020
HomemanshetAkademiya “Birûsk Pîro” dewreyekê bi dawî dike
manshetNûçe

Akademiya “Birûsk Pîro” dewreyekê bi dawî dike

HESEKÊ – Akademiya “Şehîd Birûsk Pîro” dewreya perwerdehiya leşkerî ya bi navê “Dewreya Şehîd Ehmed Hesekê”, ku 45 rojane berdewam kiriye bi dawî kir.

Torena bidawîkirina dewreyê ku Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin beşdarî wê bûn bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Hecî Ebû Salih axaftinek kir û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir.

Ebû Salih ji şervanan daxwaz kir ku ji bo her rewşê amade bin û tekez kir ku ew operasyona xwe ya li hemberî şaneyên terorîst berdewam dikin.

Di dawiya torenê de şervanan sonda leşkerî xwarin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *