TEBQA – Rêxistina “Bi hev re ji bo El-Cerniyê” bi hevahengiya li gel Şaredariya Gel li bajarê Tebqa pêngavek li hemberî nexweşiya Laşmanya û belavkirina wê da destpêkirin.
Di çarçoveya pêngavê de proşorên pênasekirinê li ser nexweşiya Laşmanya, sedemên derketina wê û rêbazên parastina ji nexweşiyê têne belavkirin. Her wiha hejmarek civîn û hevdîtin bi hemwelatiyan re hatin pêkanîn.
Ji rêveberên rêxistinnê Beşar El-Xemerî got: “Me di 28’ê nîsana 2019’an dest bi pêngava li hemberî Laşmanyayê kiriye. Em hîna jî pêngava xwe berdewam dikin hetanî ku li tevahiya tax û deverên Tebqayê hişyarbûnê belav bikin.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk