Friday, October 23, 2020
HomemanshetNavenda Çand û Hunera Suryanî li Hesekê vebû
manshetNûçeفن

Navenda Çand û Hunera Suryanî li Hesekê vebû

HESEKÊ – Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyê şaxê bajarê Hesekê ji bo vejandina çand û hunra Suryaniyan, Navenda Ebdulmesîh El-Qurbaşî ya Çand û Hunerê li taxa Bexda ya bajêr vekir.

Merasîma vekirina navendê bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir.

Berpirsê Komeleya Çandî ya Suryan li Sûriyê Îbarahîm Qes Îbrahîm axivî û got, “Civaka herêmê bi pirangiya çandî û hunerî tê naskirin, ev xak, xaka aştî, hezkirin û biratiya gelan e.”

Îbrahîm anî ziman ku bi din sîwana projeya Netewa Demokratîk de her yek bi çand, huner û baweriya xwe jiyan dike û ev tişt got: “Ji bo parastina çand û hunera Suryan îro bi desteka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê me navenda Ebdulmesîh El-Qurbaşî li bajarê Hesekê vekir.”

Paşê Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Heskê vekirina navendê li hemû şêniyên herêmê pîroz kir û got: “Çand û huner berhemên ramyarî ne ku civaka mirovahiyê di yasayên dîrokî de afirandine. Gelê Mezopotamya bi hezarên salan li ser vê axê dijîn, ji ber vê yekê ev ax bi çandê dewlemend e, îro bi saya yekîtiya gelên herêmê desthiladarî û teror têkçûn û çanda herêmê ji nû ve zindî bûye.”

Navend ji aliyê Efaf Heskî ve hate vekirin, paşê beşdar li nava navendê geriyan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *