Tuesday, November 24, 2020
HomemanshetXelkê Tebqa “Pakrawanên Gulanê” bi bîr tînin
manshetNûçeŞehîdên me

Xelkê Tebqa “Pakrawanên Gulanê” bi bîr tînin

TEBQA – Encumena Malbatên Pakrawanan li bajarê Tebqa îro bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê pakrawanên Tebqa yên di meha gulanê de canê xwe ji dest dane, bi bîr anî.

Merasîma bîranînê bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanên azadiyê dest pê kir, endamên Rêveberiya Sivîl a Tebqa, fermandarên leşkerî, xizm û malbatên pakrawan û hejmarek ji şêniyan beşdar bûn.

Malbatên pakrawanan ji bo bîranîna zarokên xwe find li pêşiya wêneyên wan vêxistin.

Hevserokê Encumena Malbatên Pakrawanan Ebdulkerîm Ehmed Ibrahîm ji bo hemû pakrawanên riya azadî û rûmetê dilovanî hêvî kir û ev tişt anî ziman: “Pakrawanên leheng bi xwîna xwe riya azadî û têkoşînê xêz kirine. Em berdewam in di şopandina rêça pakrawanên xwe de.”

Bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk jî Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Leşkerî Mustefa Mehmûd El-Hacî axaftinek kir û soz da ku riya hemû pakrawanên xwe bişopînin, her wiha bi bîr xist ku serkeftihê gelê deverê bi saya xwîna pakrawanan û lehengiya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk arast bûne.

Di dawiya bîranînê de fîlmekî docomentery li ser jiyana pakrawanan hate pêşandan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *