Thursday, September 24, 2020
HomemanshetKolanên rojhilatê Hesekê tên çêkirin
manshetNûçe

Kolanên rojhilatê Hesekê tên çêkirin

HESEKÊ – Şaredariya Gel a rojhilatê bajarê Hesekê, îro sêşemê, dest bi qonaxa duyemîn a qîrkirina kolanên sereke yên taxên rojhilat kir.

Di çarçoveya vê qonaxê de wê kolanên li taxên Salihiyê, Ezîziyê, Miftî û Sîna’a werin qîrkirin.

Serokê Komîteya Teknîkî ya Şaredariya Gel Malik Xilêf got: “Piştî gazincên hemwelatiyan şaredariyê piştî erêkirina Desteya Şaredariyan dest bi vê projeyê kir. Proje dabeşî du qonaxan hatiye kirin.

Di qonaxa yekemîn de cihên sereke ji kolana Sîna’a û hetanî kolana Şehîd Sariya tê qîrkirin, di qonaxa duyemîn de jî wê kolana Can Hecar ku taxên Salihiyê û Miftî digihîne hev, were qîrkirin, he wiha kolana Mistewsef û kolanên din werin çêkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *