Sunday, October 20, 2019
HomeCihêrengNavenda Eyadî dewreya 5’emîn bi dawî dike
CihêrengmanshetNûçe

Navenda Eyadî dewreya 5’emîn bi dawî dike

TEBQA – Navenda Eyadî ya Perwerdehiya Pîşesazî ya girêday “Komeleya Hêviyeke baştir” dewreya perwerdeyê ya 5’emîn ji bo ciwnan bi dawî kir.

Navenda Eyadî karnameyan dide kesên perwerdekirî da ku derbasî bazara kar û xebatan bibin. Armanc ji vê pêngavê jî ew e ku derfetên nû yên kar ji bo xelkê Tebqayê werin peydakirin û dawî li bêkariyê were.

Karîgerê Navenda Eyadî Ebdulhekîm El-Rawî got: “Îro derçûna hejmarek ji ciwanan bû, ku du mehan li ser pîşeyên pispor hatin perwerdekirin.

Di dewreyê de li ser 4 pîşeyan perwerde hate dîtin û ji bo wê kesên pêdiviya wan bi kar hene hatin diyarkirin. Wê Navenda Eyadî di warê darayî de piştgiriyê bide û alavên pêwîst ji bo wan kesan peydas bike da ku derbasî kar bibin û dest bi projeyên xwe yên taybet bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *