El-Fixêxa.. 670 term derketin û hîna bi dawî nebûne

0 555

REQQA – Tîma Destwerdana Lezgîn heta niha 670 term ji gorên komî yên li gundê El-Fixêxa yê li başûrê bajarê Reqqayê derxistiye.

Di van goran de termên kuştiyên DAIŞ û hemwelatiyên sivîl hene ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin, her wiha weke mezintirîn gora komî tê naskirin.

Tîma Destwerdana Lezgîn ji 9’ê çileya 2019’an ve li gund dest bi karê xwee kiriye û tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş me de, xebatên beşa yekem a gorê werin bidawîkirin.

Rêveberê Tîma Destwerdana Lezgîn Yasir El-Xemîs tekez kir ku ew karê xwe berdewam dikin û di rojên pêş de ew ê ragihînin ku xebatên beşa yekem a goristanê bi dawî dibin. Piştre wê dest bi beşê din ê goristanê bikin. Di vî beşî de termên sivîlan hene ku ji aliyê DAIŞ’ê hatine kuştin.

El-Xemîs bal kiaşnd ku agahî ji hemwelatiyan gihiştine wan ku termên rojnamevanan jî di wê goristanê de hene ku rêxistina DAIŞ’ê ew li bajarê Reqqayê kuştine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokrat

Leave A Reply

Your email address will not be published.