Du perwerdeyên leşkerî bi dawî bûn

0 592

HESEKÊ – Akademiya Şehîd “Sozdar Dêrik” li bajarê Hesekê du dewreyên perwerdeya leşkerî bi dawî kir.

Dewreya yekemîn di bin navê “Şehîd Bawer Zêd” hate organîzekirin û 50 şervan tevlî wê bûn, dewreya duyem jî bi navê “Şehîd Firat Silûk” hate birêxistinkirin û 40 şervan tê de hatin perwerdekirin.

Merasîmê bidawîkirina dewreyan bi xulekek rêzigirtinê li ser giyanê pakrawanan û toreneke leşkerî dest pê kir.

Şervanê bi navê Baran Hesekê ku perwerde bi dawî kiriye got: “Dewreya me 75 rojan dirêj kir. Şervanan gelek wane standin. Di dewreyê dîsplîn di asteneke bilind de bû. Ev jî nîşaneya têgihiştin û baweriyê ye.”

Şervanên ku dewre bi dawî kirine di merasîma leşkerî de sond xwarin û soz dan ku hetanî dilopa dawîn a xwîna xwe parastina xaka herêmê bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.