Sunday, August 18, 2019
HomemanshetLi pêşbirî şewata zeviyan.. Însiyatîfa Tebqa
manshetNûçe

Li pêşbirî şewata zeviyan.. Însiyatîfa Tebqa

TEBQA – Xelkê bajarê Tebqa û gundewarê wê insiyatîfeke alîkariyê ya xweser bi hevrêziya li gel Rêveberiya Sivîl a bajarê Tebqayê dane destpêkirin li hemberî diyardeya şewata di nava zeviyên çandiniyê de çêdibe.

Di wê çarçoveyê de li seranserî herêma Tebqayê navendên agirkujiyê hatine vekirin (El-Mehmûdlî, Sayqûr, Eyn Îssa û El-Ciriniyê”. Li wan xalbendên agirkujiyê sehrîcên avê û alavên vemirandina agir hene.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê di daxuyaniyekê de bang li xelkê deverê kiribû ku haydar bin û rêgiriyên pêwîst li pêşbirî diyardeya şewitandinê bigirin, her wiha destê xwe bidin hev û li gel aliyên peywendîdar hevahengiyê bikin da ku ev metirsiya li ser zeviyên çandiniyê were rakirin.

Hêjayî gotinê ye Rêxistina DAIŞ’ê di rojên borî de berpirsyartiya xwe ragihandibû li ser bûyerên şewitandina zeviyan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *