Sunday, October 20, 2019
Homemanshet100 şervan beşdarî perwerdeya leşkerî dibin
manshetNûçe

100 şervan beşdarî perwerdeya leşkerî dibin

HESEKÊ – Akademiya Şehîd “Birûsk Pîro” li navçeya Şedadê dewreyek leşkerî ya nû bi nave “Dewreya Şehîd Kawa” da destpêkirin, ku 100 şervan di nava cih digirin.

Ev dewre dê 45 rojan berdewam bike û tê de waneyên ramyarî, çandî û tektîkên şer werin dayîn.

Merasîma vekirina dewreyê bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan û toreneke leşkerî dest pê kir.

Şervanê bi nave Emîn El-Irnê got ku armanc ji vekirina dewreyê pêşxistina şervanan di warê çandî, ramyarî û leşkerî de ye, her wiha xurtkirina hêmanên jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de ye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *