Sunday, August 18, 2019
HomemanshetQedexeya li ser ‘masîgiriyê’ rabû
manshetNûçe

Qedexeya li ser ‘masîgiriyê’ rabû

HESEKÊ – Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya girêdayî Saziya Aborî ya bajarê Hesekê ragihand ku dema qedexekirina masîgiriyê ku beriya hatibû diyarkirin, bi dawî bûye.

Komîteyê di destpêka adara 2019’an de biryarnameyek derxistibû û tê de nêçîrvaniya masiyan qedexe kiribû û biryarname li hemû saziyên peywendîdar û deverên giştî belav kiribû.

Ji berpirsên Komîteya Sewaldariyê ya Navenda Çandiniyê ya Hesekê Kawa Şêxo got: “Armanca me parastina masiyan bû. Ji ber masî di wê demê de hêkan dikin û xwe zêde dikin. Me biryarname derxistin û pêkanîna wê jî şopand, me hertim dewriyên xwe derdixistin li ser cihên ku nêçîrvanî lê dihate kirin.”

Şêxo zêde kir: “Îro me biryarnameyek din derxistin û ragihand ku dema zêdebûna masiyan bi dawî bûye û ji ber vê yekê em destûrê didin nêçîrvanan ku karê xwe yê masîgiriyê berdewam bikin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *