Sunday, August 18, 2019
HomemanshetZêdeyî 750 şervanî li vê akademiyê perwerdeyê dibînin
manshetNûçe

Zêdeyî 750 şervanî li vê akademiyê perwerdeyê dibînin

TEBQA – Hêzên Sûriya Demokratîk xwe li ser bingeha foc û tugayan amade dike û perwerdeyên xwe zêde dike da ku li hemberî hemû gefxwarinên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê raweste.

Şervanên QSD’ê yên Tugaya “Şehîd Qehreman” perwerdeya leşkerî û ramyarî li Akademiya “Şehîd Emmar El-Şêx” berdewam dikin.

Di halê hazir de 756 şervanên ji Reqqa û Tebqayê perwerdeya xwe dibînin, di nava dewreya “Şehîd Çiya Kobanê” de ku ev 41 roj in berdewam dike.

Komisyonê akademiyê Casim Nezzal El-Xelef bi bîr xist ku dewreya wan dabeşî du aliyan hatiye kirin. Qonaxa yekê bi dîsplîna leşkerî dest pê dike û 30 rojan berdewam dike, tê de semînerên derbarê nirx, exlaq, dîspîln û waneyên tewrîk li ser şer têne standin.

Di aliyê duyemîn ê dewreyê de jî perwerdeyên leşkerî û pêkanînên pratîkî dest pê dikin.

El-Xelef tekez kir ku şervanan perwerdeyên pêwîst dîtin da ku erk û misyonên xwe bi serî bikin.

Şervanê Tugaya Şehîd Qehreman Kalit El-Elî bal kiaşnd ser girîngiya perwerdeyê û semînerên ramyarî ji bo şervanan û got: “Kesê di warê ramyarî yan jî canî de newestîne, dê di eniyên şer de xwînê deyne.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *