Reqqa – Akademiya “Şehîd Emmar El-Şêx”, duh sêşemê, dewreya xwe ya 6’emîn, a bi navê “Şehîd Mu’tez El-Husên”, li navenda akademiyê bi beşdarbûna Fermandariya Leşkerî, Rêveberiya Sivîl, Rûsipiyên Êlan û Saziya Malbatên Şehîdan derçûn kir. Dewre ji 120 şervanên ji herêma Reqqayê pêk hat.
Merasîma derçûnkirinê bi kêliyeke rêzgirtinê li ser rihê şehîdan dest pê kir; piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî Ebdo Reqqa axivî û daxwaz ji şervanan kir ku hertim amade bin ji bo parastina vê xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bikin û li kêlek hevalên xwe yên ku li çeperên şer li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, bisekinin.
Piştî wê, şervanan sonda leşkerî xwarin û soz dan gel û şehîdan ku parastina destkeftiyên welat li hember her êrîşekê bikin.
Merasîma derçûnkirinê bi toraneke leşkerî bi dawî bû.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk