Di çarçoveya parastina rewa li dijî êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên me di 5`ê meha adarê de balafireke bêpîlot ji cûreya Dron a çeteyan, li derdora bajarokê Eyn Îsa xist xwarê.
Û di 7`ê meha Adarê de, hêzên me bersiva êrîşeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li ser gundên li derdora rêya M4 dan, di encama êrîşê de, şer û pevçûnên giran rûdan û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 çete birîndar bûn û erebeyeke wan ya çeka Doşka rakiribû hat rûxandin.
Di encama berxwedana lehengî de, şervanek ji hêzen me gihîşt asta şehadetê û yek jî birîndar bû.
Tê zanîn ku topbarana hovane ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spî bi çekên giran û balafirên bêpîlot berdewam in.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk