Wednesday, December 1, 2021
HomeNûçeCIWANAN ŞAHIYEK BI BONEYA CEJNA JINÊ LI DAR XISTIN
Nûçe

CIWANAN ŞAHIYEK BI BONEYA CEJNA JINÊ LI DAR XISTIN

Reqqa – Komîteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Jinên Ciwan, şahiyeke ciwanan di bin dirûşmeya “Bi Rihê Jina Azad û Ciwan Em ê Bi Serkevin”, bi boneya 8`Adarê Roja Cîhanî ya Jinê, roja çarşemê li hola Tac li navenda bajêr lidar xistin.

Yekîneyên Parastina jin, Yekîtiyên Jinên Ciwan ên Dêrezor, Tebqa û Minbic , rêveber û endamên ciwanan û şêniyên herêmê beşdarî şahiyê bûn.

Şahiyê bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir; piştî wê fermandareke YPJ`ê bi navê Sema Serê Kaniyê axaftinek kir û ev cejn li hemî tekoşer û şervanên jin ên di çeperên şer de pîroz kir û soz da ku li ser rêya şehîdan bimeşin ji bo pêkanîna azadî û aştiya jinê.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebera Komîteya Ciwan û Werzîşê Sena El Xidir tekez kir ku têgihîştina jinê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji serhildana jinê ya ku jinên hemî pêkhateyan hempêz kir û agirê şoreşê di dilê hemî jinan de vêxistiye, hatiye.

Di şahiyê de şano hatin pêşkêş kirin, helbest hatin xwendin û govend hat gerandin.

Di dawiya şahiyê de, 26 şagirtên ku şano pêşkêş kirine hatin xelat kirin.

 

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *