Thursday, September 24, 2020
HomemanshetAKADEMIYA ŞEHÎD CUMA EL NEZZEL 92 ŞERVAN DERÇÛN KIR
manshetNûçe

AKADEMIYA ŞEHÎD CUMA EL NEZZEL 92 ŞERVAN DERÇÛN KIR

Tebqa – Akademiya Şehîd Cuma El Nezzel, îro pêncşemê, bi toraneke leşkerî dewreya Şehîd Ehmed Feyêz a ji 92 şervanan pêk tê bi amadebûna şandeyên ji Meclîsa Leşkerî, Yekîneyên Parastina Jin, Rêveberiya Sivîl, malbata şehîd Ehmed û şêniyên bajêr, derçûn kir.

Merasîmê bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir, piştre Hevseroka Meclîsa Leşkerî Roj Tebqa axaftinek kir û destnîşan kir ku bernameya perwerdeya ku şervanan girtiye cûreyî bû da ku bikaribin bi erk û peywirên li ser milê wan bi awayekî profesyonal pêk bînin.

Roj tebqa lê zêde kir û got ku erka şervanên derçûnbûyî parastina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine ava kirine.

Merasîn bi xwendina sonda leşkerî, sozdayîna şehîdan û parastina gel bi dawî bû.

Tê zanîn ku şervanan perwerdeya çandî û leşkerî 60 rojan kir û hemû şervanên dewrê ji bajarên: Reqqa, Tebqa, Hema û Humsê bûn.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *