COTKARAN KIRÎNA SEMADÊ SEKINANDINE

0 580

Reqqa – Çandinî yek ji jêderê bingehîn ê zadê xelkê Reqqayê û gundewarên wê ye ji ber hebêna hêmanên bingehîn ji erdên biberhem, av ji bo avdanê û karkeran, lê ji ber zehmetiya anîna made, semad, demanên çandiniyê û buhabûna wan, ev beş dikeve xeteriyê.

Vê buhabûnê hîşt ku cotkar dev ji kirînê berdin ji ber kêmbûna derfetên wan. Sala borî buhaya tone semadê 250 hezar leyre derbas nekir, lê belê niha 580 dolar derbas kirî.

Mihemmed El Hemed cotkarekî ji gundê Xatûniyê yê ku dikeve gundewarê rojavayî Reqqayê ye dibêje ku 20 donim erdê wî heye genim lê çandiye û ev erd pêwîstiya wê bi semadê heye lê ew nikare bikire ji berk u buha ye.

El Hemes lê zêde kir û got ku wan texmîn nekir ku buhaya tûrê semadê bighêje 31 hezar leyre li bazara serbest, û ew daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin ku alîkariya cotkaran bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin ji ber ku berhemên çandiniyê di rewşeke xerab de ne.

Ji aliyê xwe ve cotkar Cesêm El Xelef ji gundê Hawî Elhewa dibêje ku êdî ew nikarin barê çandiniyê tehmul bikin ji ber buhabûna nenormal a buhaya made û dermanên çandiniyê.

El Xelef bang li kesên berpirs kir ku van buhayan daxînin bi rêya hêsankirina rêyan, peydakirina tovik û dermanan bi buhayeke guncaw û alîkarîdayîna wan bi taybet ji aliyê peydakirina semadê bi buhayeke guncaw.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandinî Ehmed El Elî tekez kir ku wan piştgirî da werza zivistanî ya berhema genim bi derdora 4500 ton ji semada azotî, yorya 46 û bi buhaya her tonek bi 380 dolar dihat firotan.

El Elî diyar kir ku piştevanî bi rêya Komeleyên Cotkariyê yên ku hejmara wan gihêştiye 206`an tê kirin ku her cotkarek çikas pê gereke tomar dike piştre diçe werdigre.

El Elî destnîşan kir ku kompanya pabend e bi peydakirina made û semadê ji cotkaran re û wergirtina berhemên bingehîn wek genim, pembo û garisê zer.

hevserokê Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandinî Ehmed El Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku anîna semadê bi rêya dergehê Sêmalka yê sînorî ji başûrê Kurdistanê tê kirin, lê niha dergeh girtiye wek tedbîrekî li dijî belavbûna vayrosa Korona, lê belê peywendî bi kesên berpirs re hat kirin ji bo rê bidin ku semad di hefteya bê de bighêje cotkaran.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku semad bi riwekan re dibe alîkar ku bi awayekî saxlem mezin bibin herwiha axê bi hêmanên kîmyawî yên pêwîst dewlemend dike.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.