Sunday, November 29, 2020
HomemanshetTEBQA ŞEHÎDEK OXIR KIR Û YEK EŞKERE KIR
manshetNûçe

TEBQA ŞEHÎDEK OXIR KIR Û YEK EŞKERE KIR

Tebqa – Şêniyên Tebqayê, îro pêncşemê, li goristana Şehîdan, şehîd Ehmed Ereb bi merasîmeke leşkerî û bi beşdarbûna fermandarên leşkerî, sivîl û malbatên şehîdan oxir kirin. Her wiha nasnameya şehîd Mahêr Ehmed El Heson hat eşkerekirin.

Merasîmê bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre şervanan toraneke leşkerî pêşkêş kirin.

Piştî toranê serokê nivîsgeha parastinê Heqî Efrîn axaftinek kir û diyar kir ku her du şehîd ji bo parastina azadî û rûmeta vî welatî û tiştê herî giran buha, giyana xwe kirin qurban, ji ber vê yekê em soz didin li ser rêya ku wan bi xwîna xwe xêz kirine heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve.

Endama rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîne Ebd EL Rezzaq bal kişand ku şopandina me ji rêya şehîdan re hîşt axa vî welatî bi azadî û aştiyê şîn bibe.

Û beriya ku cenazeya şehîd Ehmed Ereb were binaxkirin, belgeyên şehadeta wan redestî malbatên wan hat kirin di nava tilîliyên dayîkan û siloganên ku şehîdan pîroz dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Mahêr Ehmed El Heson şervanekî Artêşa Şoreşgeran a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk bû û di çalakiya rizgarkirina Dêrezorê li bajarokê Hecînê di dîrok 12/12/2018 de şehîd ketibû.

 

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *