Tebqa – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî rêveberiya sivîl bi alîkariya Meclîsa Ciwanan û Jinên Ciwan, îro şemiyê, civînek di bin dirûşmeya “Bi Rihê Hevrîn û Amara.. Em ê Tola Xwe Ji Faşîzma Tirk û Hemû Desthilatdanran Hildin“ li navenda Çand û Hunerê li dar xistin.
Armanca civînê gotûbêjkirina rewşa siyasî, pêşketinên vê dawiyê û rêbazên çalakkirina rola ciwanan di vê qonaxa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe û êrîşên ku bi ser de tên.
Civîn bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre Rêvebera Ciwanan Fînar Reqqa axaftinek derbarê girîngiya rola ciwanan di çalakiya guhertin û şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û ciwan tamarê jiyana civakan in û ber ve pêş ve dibin û guhertina ku tê xwestin bi hêza rêxistin kirî çêdikin.
Fînar Reqqa destnîşan rewşa siyasî li herêmê kir û diyar kir ku êrîş di asta yekemîn de vîna gel dikin armanc û dagirkeriya Tirk bi rêya terora xwe hewl dide peçeyine ji Bakurê Sûriyê dagir û qut bike û tevlî Tirkiyê bike.
Rêvebera Ciwanan Fînar Reqqa di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser rista ciwanan a sereke û girîngiya berdewamkirina tekoşîn, berxwedan û kar di hemû aliyan de.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk