Tebqa – Meclîsa Leşkerî û Saziya Malbatên Şehîdan, îro şemiyê, sersaxî ji malbatên şehîd Adêl Ereb û Mahêr Ehmed El Hesson xwestin.
Merasîmê bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mûse Osman El Ehmed derbarê mezinbûna wateya şehîd û şehadetê de axivî û diyar kir ku yên jiyana ji bo azadî û rûmetê feda dikin herdem fenera vî gelî ne.
El Ehmed lê zêde kir û got: ” Em îro bi lehengiya van şehîdên qehreman û şervanên berxwedêr di qadên rûmetê de serbilind in û em tekez dikin ku em li ser şopa wan berdewam in heta pêkanîna hêviyên gelê xwe di demokrasî, edalet û wekheviyê de”.
Malbatên her du şehîdan ji aliyê xwe ve pesna sekna fermandariya leşkerî û Meclîsa Malbatên Şehîdan li kêlek wan kirin û spasiya xwe derbirandin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk