Saturday, December 5, 2020
HomeÇalakîÇALAKIYÊN CIWANAN REWŞA SIYASÎ GÛTOBÊJ KIRIN
Çalakî

ÇALAKIYÊN CIWANAN REWŞA SIYASÎ GÛTOBÊJ KIRIN

Reqqa – Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk, duh şemiyê, bi alîkariya Meclîsa Ciwanan civînek ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî û pêşketinên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hola Tac li dar xistin.

Şandeyên ciwanan ji Komîteya Ciwan û Werzîşê, Yekîtiya Giştî ya Werzîşê, Meclîsa Ciwanan û hejmarek ji keç û xortên bajêr beşdarî civînê bûn.

Civîn bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre Rêveberê Meclîsa Ciwanan Zehir El Dîn axaftinek derbarê girîngî û pêwîstiya rêxistinkirina ciwanan kir ji ber ku ew nûnertiya  pêşeroja welat dikin û divê hertim ji reşa siyasî re haydar bin.

Zehir El Dîn diyar kir ku qonanxa niha ya herêm û Sûriyê giştî tê re derbas dibe pir hestyar e û dewletên herêmî û yên mezin şoreşa Sûriyê dizîn û ji wateya wê ya şoreşgerî û azadîxwaz dûr xistin û kirin amûreke ji bo derbaskirina berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Sûriyê.

Her wiha hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Beşar Salêm axivî û diyar kir ku ev civîn di nava rêzevcivînên ku ciwan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdikine û pir guncaw in da ku ciwan ji rewşa siyasî re haydar bin.

Û tekez kir ku divê ciwan hertim şiyar bin ji ber ku komplo û êrîşên tên plankirin armanca wan lewazkirina rista ciwanan a şoreşgerî  li dijî dagirkeriyê ne.

Di nava civînê de mudexele û gotûbêjên beşdaran derbarê çawaniya bersivdayîna êrîş û planên derveyî li ser herêm û Sûriyê bi giştî çêbûn.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *