SALVEGERA DUYEMÎN A KOÇA OMER ELÛŞ TÊ BIBÎRANÎN

0 543

Reqqa – Meclîsa Sivîl, îro şemiyê, kombûnek ji bo bibîranîna şehîd Omer Elûş di koça wî ya 2`mîn de rêxistin kir. Şehîd omer Elûş weke îroj sala 2018 li ser destê xayîn û terorîstan li bajarê Girê Spî şehîd ket.

Hevserokên Rêveberiya Xweser, endamên Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk, serokê Partiya Sûriya Pêşeroj her wiha serok û endamên komîte û meclîsên sivîl li Reqqayê beşdarî merasîma bibîranînê bûn.

Merasîma bibîranînê bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebd Hamêd Elmihbaş axaftinek kir tê de destnîşan kir ku şehîd xwedî kesayeteke bi bandor û tekoşer bû û ew ê li ser rêya wî, rêya jiyana azad û bi rûmet bimeşin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz li Reqqayê Xalêd Berkel derbarê rista şehîd ya tekoşerî di destkeftiyên xelkê Reqqayê de axivî.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqqayê Mihemmed Nor El Zîb ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku şehîd Omer Elûş şehîdê mirovahî, şehîdê bajarê Kobaniyê ye, bajarê berxwedaniyê ya ku tê de li ser nirxên Edalet,  wekhevî û rizgarkirina bindestan mezin bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Omer Elûş di Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqqa yê de bû û ew yek ji kesên xwedî ked di avakirina destpêbûna Rêveberiya Sivîl a Reqqayê piştî rizgarkirina wê ji qirêjiya rêxistina terorîst a DAIŞ`ê.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.