ŞAREDARIYA TEBQAYÊ SÊ BEXÇEYAN BI DAR DIKE

0 551

Tebqa – Beşê Bexçe û Hawîrdorê di Şaredariya gel de, îro yekşemê, çalakiya bidarkirina sê bexçeyên bajarokê Mensora yê ku dikeve rojhilatê bajêr dest pê kir, bi beşdarbûna rêveber û endamên Saziyên Rêveberiya Sivîl, Hêzên ewlehiya Hundirîn û Komîteyên Jinan.

Armanca çalakiya bidarkirinê, çandina 250 şitlên ji cûreyên daristanî û xemilandinê di her sê bexçeyan de bi boneya cejnên biharê û ji bo xemilandina bajêr.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan Ibrahîm Elî Mihemmed destnîşan kir ku vekirin û çalakiya bidarkirinê bi boneya cejnên biharê “Cejna Jin, Dayîk û Newrozê” ne, her wiha di nava plana ku hatiye danîn ji bo jinûve çêkirina binesaziyan û Xweşikkirin û xemilandina bajêr e.

Mihemmed lê zêde kir û got ku  şaredarî îro li ser amadekirina sê bexçeyan xebitî, ew jî bexçeya Şehîdan, şehîd Hevrîn Xelef û ya Rewda bi serperiştiya  Beşê Bexçe û Hawîrdorê di Şaredariya Mensora de.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan Ibrahîm Elî Mihemmed destnîşan kir ku parastina hawîrdorê erka hemû welatiyên.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.