HomeCihêrengVEKIRINA DEWREYA 2`MÎN A PÊŞENGEHA KULÎLKAN
Cihêreng

VEKIRINA DEWREYA 2`MÎN A PÊŞENGEHA KULÎLKAN

Reqqa – Şaredariya Gel, îro şemiyê, li bexçeya El Reşîd dewreya 2`mîn a pêşengeha kulîlkan ku tê de gelek cûreyên gul û kulîlkan û wêneyên hunerî hatin pêşkêşkirin, vekir. Hevserokên şaredariyê, rêveber û endamên Meclîsa Sivîl û niştecihên bajêr beşdarî pêşengehê bûn.

Hevserokê Şaredariyê Ehmed Ibrahîm pêşengeh bi qutkirina benê vekir, piştre axaftinek kir û di serî de şehadeta Hevserokê Meclîsa Sivîl Omer Elûş ê ku weke îroj sala 2018`an li ser destê xayîn û terorîstan şehîd ketiye, bi bîr anî.

Ibrahîm tekez kir ku ew bi vîn û îsrara xwe dikarin xweşikbûna bajêr wek berê û ji berê xweşiktir vegerînin.

Û destnîşan kir ku şaredarî ji kêliya yekemîn a çêkirin wê soz da xelkê bajarê El Reşîd ku em ê mi bi mil bihêlin bajarê Reqqayê xweşik, kesk û demokratîk û li her kesekî ji niştecihên Reqqayê were.

Di dawiyê de beşdarvan li ser beşên pêşengehê yên ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin, geriyan.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *