Thursday, September 24, 2020
HomemanshetAKADEMIYA ŞEHÎD DIJWAR EFRÎN DEWREYA ÇAREMÎN DERÇÛN KIR
manshetNûçe

AKADEMIYA ŞEHÎD DIJWAR EFRÎN DEWREYA ÇAREMÎN DERÇÛN KIR

Eyn Îsa – Akademiya Şehîd dijwar Efrîn, îro Duşemê, dewreya xwe ya çaremîn a bi navê Şehîd Şiyar Reqqa û ji 54 şervanan pêk hat û bi merasîmeke leşkerî derçûn kir. fermandar û endamên Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jin û Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî di merasîmê de beşdarbûn.

Merasîm bi kêliyeke rêzgirtinê li giyanên şehîdan dest pê kir, piştre şervanan toraneke leşkerî pêşkêş kirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Girê Spî bi dawîbûna dewrê li şervanan pîroz kir û tekez kir ku ew ji bo parastina her bostekî ji axa vî welatî  berdewam in û ew ê hertim bi hêz li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên terorîst bisekinin.

Wer wiha soz da şehîdan ku li ser şopa wan bimeşin heya hêviyên wan di jiyaneke azad û bi rûmet û parastina destkeftiyên ku di saya fedekariya wan de çêbûne, pêk bînin.

Di dawiya merasîmê de, şervanan sonda leşkerî xwarin û soz dan şehîd û gel ku rêgez, destkeftî û axa welat biparêzin.

Were zanîn ku şervanan 45 rojan perwerdeya çandî û leşkerî dîtin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *