Saturday, May 28, 2022
HomemanshetKOMÎTEYA TENDIRUSTIYÊ NAVEND Û NIVÎSGEHÊN MECLÎSA LEŞKERÎ TEMÎZ DIKE
manshetNûçe

KOMÎTEYA TENDIRUSTIYÊ NAVEND Û NIVÎSGEHÊN MECLÎSA LEŞKERÎ TEMÎZ DIKE

Tebqa – Komîteya Tendirustiyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl, navend û nivîsgehên Meclîsa Leşkerî di çarçoveya hewldanên wê ya temîzkirina hemû sazî, dezehên fermî û cihên kombûnan, temîz kirin.

Armanca çalakiya temîzkirinê, pêkanîna tedbîrên parastinê yên hatine girtin ji bo rê girtina li hember belavbûna vayrosa Korona li bajarê Tebqayê û gundewarên wê bi rêya temîzkirina hemû sazî, dezgeh û cihên kombûnan.

Hevserokê Komîteyê Ûbêd Mislêm destnîşan kir ku komîteya Tendirustiyê berdewam e di pêkanîna kiryarên parastinê li hember vê nexweşiyê û wê çalakiyên têgihandinê ji şêniyan re derbarê çawaniya xweparastinê ji vayrosê û girîngiya lixwekirina lepik û devgirtekan rêxistin bikin.

Were zanîn ku vayrosa Korona li Çînê dest pê kir piştre li gelek welatên cîhanê belav bû û li hinekan bû bela û li hin dewletan bû sedema sekinandina hemû cûreyên kar wek tedbîrekî ji bo rê girtina li hember belavbûn wê û da ku ji kontrolê dernekeve.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn ti rewşên vagirtina vayrosê nahatine tesbît kirin.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *