JI BO RAYA GIŞTÎ

0 564

Bi navê Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, em îro serkeftina herî bilind û pîroz a ku me ji ber tevahî cîhanê pêk aniye di rûxandina rêxistina ku bi navê DAIŞ`ê dihat naskirin û rizgarkirina tevahî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê di 23`yê Adara 2019 bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya ku ji cenga Kobanê ya dîrokî ava bûye û bûbû bingeha hemû serkeftinan, ji wir dest pê kir û di paytexta xilafetê re derbas bû, li Baxûzê şerê dawî ê serkeftina mezin bû di şerekî ku 5 salan dirêj kir, bi bîr tînin, ev hevkariya me berdewam kir di qonaxeke nû de ji bo şerê li hember DAIŞ`ê bi rêxistina wê ya ewlehî û xeteriya ku li ser cîhanê çêdike bi ihtîmala ji nû ve derketin û xwe avakirinê.

Piştî bi dawîbûna çalakiyên leşkerî li hember rêxistina terorî, dozine mezin li hemberî me derketin girêdayî malbat û girtiyên DAIŞ`ê û berdewamkirina şerê li hember şaneyên wê yên razayî li herêmê û me karî 305 çalakiyên leşkerî çêkirina û 376 terorîstên DAIŞ`ê bigirtina, çalakiya herî mezin a hevkariya istixbaratî ku tê de seriyê rêxistina terorî, Ebo Bekir El Bexdadî û hinek din ji serçeteyên wê yên leşkerî hatin kuştin li kêlek çalakiyên din ku hîna berdewam in.

Me zehmetiyê mezin kişandin di vehewandina dîlgirtî û malbatên DAIŞ`ê di saya lewaziya hevkariya navdewletî û mirovahî de di vê mijarê de, ji ber vê yekê em ji civaka navdewletî daxwaza hevkarî û karê hevbeş bi hêzên me û Rêveberiya Xweser re dikin û pêşkêşkirina piştgiriya ku tê xwestin ji bo temînkirina parastina zîndanan û peydakirina alîkariyên mirovahî ji bo kampan, her wiha hewldanên me ji zanîna çarenûsa bi sedan ji xwediyên me yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatine revandin hene.

Di dema ku çalakiyên leşkerî yên dagirker a ku artêşa tirk li dijî Girê Spî û Serê Kaniyê bûn sedema lewazkirina terkîza hêzên me û astengkirina pêşdeçûna wan ji bo tunekirina terorîstên DAIŞ`ê û bandoreke neyînî li ser çalakiyên ku hêzên me li dijî rêxistina terorî çêdikirin, kir û hevsengiya hêzan li herêmê guhart di encamê de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji herêmê rojavayî vekişiyan û çalakiyên hevbeş li hember DAIŞ`ê li bajarên Reqa, Minbic, Tebqa, Girê Spî û hwd kêm bûn; di encama kêmbûna çalakiyan, rêxistina DAIŞ`ê demek bêtir bir ji bo şaneyên xwe bi rêxistin bike li wan herêman, di van deman de hêzên me çalakiyên ewlehî bi hêzên xwe yên xweser çêkirin ji bo parastina ewlehî û istiqrara van herêman.

Her wiha hebûna cîhadiyên komên radîkal ên ku di bingehên xwe de DAIŞ`î ne yên ku me karî em belge bikin di nava çalakiya dagirkirna Girê Spî û Serê Kaniyê, bû sedemeke din di gefxwarina ewlehî û istiqrara herêmên me ku erkeke li ser milê civaka navdewletî bi van rasteqînan re bi cidiyet bide û bistîne û li ser mijara vegera şêniyên her du herêman bixebite.

Îro, bi derbasbûna salekê  li ser dawîanîna xîlafeta sexte, DAÎŞ hîn cihekî metirîdar digire ku em nikarin bi sistayî li hemberê bisekin. Di heman demê de, dûrxistian nûnerên herêmê ji goftûguhên navdewletî dihêle metisiya vegera DAÎŞ hebe, rêxistina ku hîn di mile aborî û ewlehî de xurt e û karî bi derfetê xwe sûd ji qonaxên tevlihev bigirta û ji nê ve rih bi xwe bîna. Ji ber wê destpêkirina pêvajoya siyasî li Sûriyê weke fîşeka dawî li termê DAÎŞ dikeve û her wiha derî li ber aramiya herdem ji bo herêmên rizgarkirî û QSD bibe misogerê Sûriyeke azad û bi reng.

Di heman demê de, em pêwîstî bi domandina hevkariya xwecihî tev hevrêziya ewlehî û leşkerî di navbera herêm û dewletên ku hebûna rêxistian teror hîn çalak e dibînin. Her wiha em li ser xurtkirina têkîliyan di navbera hemû pêkhateyên herêmê tekez dikin, yên ku bi hêrsa Feratê û baxoza Cizîrê ji bo serkeftina Alîn û Cûdî, û yên di Rûmeta Serdemê de heta gihîştin şerê bidawîkirina terorê têkoşîn kirine û yekîtiya çarenûsê hevpar kirin.

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk

23 Adarê 2020

Leave A Reply

Your email address will not be published.