Tebqa – Şêniyên Tebqayê, îro duşemê, şehîd Ebdallah El Bedewî bi merasîmeke leşkerî li goristana şehîdan bi beşdarbûna fermandar û rêveberên her du meclîsên leşkerî û sivîl, malbatên şehîdan û rêhevalên çekê oxir kirin.
Merasîm bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre şervanan toraneke leşkerî pêşkêş kirin, piştî wê serokê Nivîsgeha Parastinê Heqî Efrîn axaftinek kir tê de dilovanî ji şehîdan re xwest û serê malbata şehîd sax kir û got: “Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk amade ne şehîd li pey şehîdekî bidin, xwîna me ji bo azadî û rûmeta welat erzan e, em soz didn li ser rêya ku şehîdan bi xwîna xwe xêz kirine bimeşin heya rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Mehmûd destnîşan kir ku şehîd bi xwîna xwe ya paqij pêşeroja civakan ava dikin û vîna wan di jiyaneke azad de pêk tînin û dibin roniyek ji rêya me re ji bo jiyaneke baştir.
Piştre belgeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbata şehîd hatin kirin û laşê şehîd di nava tilîliyên dayîkan û siloganên şehîd pîroz dikin spartin axê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Ebdallah El Bedewî, şervanê di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk de, di 16`ê vê meha Adarê de û di dema li ser erkê xwe yê leşkerî bû şehîd ket.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk