Ji ber berdewamiya gefxwarina vayrosa tacî (vayrosa Korona) ji hemû cîhanê re û weke bersîvdayînekê ji banga Serokê Giştî Neteweyên Yekbûyî Entoniyo Gotêrês re, Fermadariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk pabendiya xwe li hemberî keda giştî cîhanê bi piştgirî û bersîvdayîneke çalak radighîne.
Rewşa niha li cîhanê bi zelalî mezinbûna gef û astên belavbûna vayrosa kujer COVID-19 dest nîşan dike; a ku Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê weke bobelateke cîhanî raghiand û ew veyros hemû rêveberî û rêxistinên tenduristî li cîhanê kirin bin zext û ezmûneke ne asayî.
Ji ber sedema ku qada tenduristî û hemû pêvekên wê di encama şer de hatine hilweşîn, rewşa Sûriyê qet rê nade tu kiryarên dijminahî û eger tu xebatên şer werin destpêkirin, ew ê bi xwe re pêline koçberiyê bîne û bandore li ser binesaziya tenduristî bike û her wiha belavbûn û zirara veyrosê zêdetir bike.
Li ser vê bingehê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bang li hemû aliyên şerê Sûriyê dike ku kiryarên leşkerî bisekinînin û bi agirbesteke mirovahî pabend bin, hêzên me ji aliyê xwe ve bi parastina rewa re pabend e û ji her karekî leşkerî xwe dûr dixe. Em hêvîdar in ku ev agirbesta mirovahî rê li ber gotûbêj û çareseriya siyasî û bidawîkirina şer li Sûriyê û cîhanê veke.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk tekez dike ku ew bi gerantiya bersivdayîneke çalak ji vê aloziyê re û hêsankirina gihîştina karmendên qada tendirustiyê -ên herêmî û navdewletî- ji hemû herêmên ku di bin serweriya hêzên me de pabend e
Fermandariya Giştî Ya Hêzên Sûriya Demokratî
24 adarê 2020