Duh yekşemê, 29/03/2020an hewldaneke revê di yek ji girtîgehên terorîstên DAIŞ`ê de li bajarê Hesekê ku terorîstên DAIŞ`ê karîbûn deriyên hundirîn ên odeyên hepsê xira bikin û bişkînin û kunan di dîwarên odeyan de çêbikin û qatekî bixin bin kontrola xwe, çêbû.
Ji ber vê yekê Hêzên Antî Teror ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk bi awayekî yekser û ji bo bi dawîkirina hewldana revê û bi ewlekirina navend û hemû girtiyên di hundurê wê de mudexele kirin.
Em tekez dikin ku ti kes ji girtiyan nerevîn, û rewş li girtîgehê bi tememî di bin kontrolê de ye.
Ev bûyer careke din, şiyana Hêzên Sûriya Demokratîk li ser dabînkirina terorîstên DAIŞ`ê, lê belê diyarbû ku pêwîstî bêtir bi piştgiriyeke ji civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ`ê heye ji bo peydakirina dabînkirina mezintirîn ji navendên girtin û kampên ku terorîstên DAIŞ û malbatên wan dihewînin, tekez dikin.
Kîno Kibrêîl
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk
30.03.2020