AKADEMIYA ŞEHÎD DIJWAR EFRÎN DEWREYEKE PERWERDEYÊ VEDIKE

0 85

Eyn Îsa – Akedemiya Şehid Dijwar Efrîn, îro înê, dewreyeke nû yê perwerdeyê bi navê Şehîd “Kawa Til Ebyed” a ji 65 şervanên ji herêmê pêk hat vekir.

Servan dê di dewrê de perwerdeya leşkerî û waneyên siyasî û çandî herî zêde di 45 rojan de bibînin.

Merasîma ku hejmarek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin tê de beşdar bûn, bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir piştre şervanan torana leşkerî pêşkêş kirin.

Fermandarê meclîsa leşkerî yê Girê Spî Ebo Xelef axaftinek kir tê de vekirina dewrê li şervanan pîroz kir û tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi perwerdeyên xwe û nirxên mirovahî û siyasî yên Hêzên Sûriya Demokratîk kir.

Merasîm bi xwarina sonda leşkerî hat bi dawî kirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.