Thursday, January 21, 2021
HomeDaxuyanîBI HEV RE DESTEKDAYÎNA DESTPÊŞXERÎYA SEROK MAKRON
Daxuyanîmanshet

BI HEV RE DESTEKDAYÎNA DESTPÊŞXERÎYA SEROK MAKRON

Serokê Fransî Îmanoêl Makron destpêşxerîyeke mirovî derheqê agirbesteke giştî li tevahyî cîhanê bi armanca mirovahî kedê ji têkoşîndarîya veyrosa Korona re ya ku weke metirsyeke ciddî li dijî hebûna mirovan tê dîtin ragihand.

Birêz Makron tekez kir ku sê endamên herdemî yê Encûmena Ewlekariya Navnetewî li rex Fransayê weke endama çarem bi naveroka destpêşxerîyê qayîl in û maye ku Yekîtîya Rûsî jî qayîl bibe da ku encûman biryareke giştî ji sekindina hemû rengên şer û pevçûna  li cîhanê derxîne.

Em weke fermandarîya giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekez dikin ku ev destpêşxerî dikeve xizmeta mirovahîyê û keda têkoşîna veyrosa Korona; di heman demê de, em pêbandbûna xwe bi her biryareke piştgirî dide vexwendina Neteweyên Yekbûyî ya agirbesta nevnetewyî di 23ê Adara çûyî de hatiye ragihandin tekez dikin.

Ev kedên pîroz ên ku serok Makron bi rê ve dibe dê roleke bibandor di têkoşîna birikê de bike û her wiha em hêvî dikin ku bibe bingeha aştîya herdemî esasa wê dan û standin ne şer e.

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

15.04.2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *