Wednesday, September 23, 2020
HomeDaxuyanîZELALKIRINEK JI RAYA GIŞTÎ RE
Daxuyanîmanshet

ZELALKIRINEK JI RAYA GIŞTÎ RE

Di van demên dawî de gelek nûçe û daxuyaniyên derewîn ji aliyê hejmarek ji hesabên fermî yên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk li ser internetê, yek ji wan, hesabê fermî yê Meclîsa Ewlehiya Netewiya Tirkî yê ku nûçe û agahiyên derewîn derbarê rewş û pêşketinên leşkerî li herêmên Serê Kaniyê, Girê Spî û Til Rifetê yên dagirkirî diweşîne.

Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk tekez dikin ku ev hemû agahî û nûçe ne rast in, û hewldanek neserkeftî ji bo qaşokirina rastiya ku li ser erdê diqewime ji aliyê pabendbûna hêzên me bi erkên xwe li hmeber peymanên ku hatine îmzekirin derbarê vê mijarê de û ti hebûna hêzên me yên leşkerî li wan herêmên ku hatine bibîranîn tune ye, lê belê rastî ew e ku hêzên Tirkî û komên çete yên girêdayî wê berdewam in di topbarana li ser gundên li derdorî herêmên çalakiyan ku di encamê de sivîl tên armanc girtin û binesazî tên xirakirin li wan herêman.

Em careke din li ser pabendbûna me bi erkên me li hember gel û hevkarên me û neqebûlkirina me ji wek van rebazên propegendeyî re her wiha em Tirkiyê vedixwînin ku rezgirtinekê ji peymanên ku hatine îmzekirin bi hevkarên me re li herêmê bigre, tekez dikin.

Kîno Kibrêîl

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk

27.04.2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *