Saturday, July 4, 2020
HomemanshetVEMIRANDINA YEKEMÎN AGIRÊ KU BI ZEVIYEKÊ LI REQAYÊ KETIYE
manshetNûçe

VEMIRANDINA YEKEMÎN AGIRÊ KU BI ZEVIYEKÊ LI REQAYÊ KETIYE

Reqa – Focê agirkujê yê girêdayî Tîma Bersivdayîna Yekemînî bi lez xwe gihand yekemîn agirê ku bi erdekî çandinî yê ce ketibû li zeviyê Hitîn ku dikeve bakur – rojavayê Reqayê bi 9 km ji bo vemirînin.

Agirê ku gihîştiye zeviyê ce ji şitilxaneya çandiniyê ya tirî hatibû ku li kêlek zevî ye (sedem ne naskirî ye), di encama ba de belav bû û gihîşt zeviyê ku hatiye bibîrxistin.

“Di kêliya ku agahî gihîştiye me tîmên me yên ku 24 seatan amade ne bi lez û bez xwe gihandin cihê agir di demeke pir kin de ne bêtirî 7 deqeyan û di cih de agirê ku ti zirar çênekir li gorî diyarkirina serokê Tîma Bersivdayîna Yekemînî li Reqayê Yasêr El Xemîs vemirandin”.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tîma Bersivdayîna Yekemînî 11 erebeyên agirkujê ku li ser gelek navendan belav kiribûn wek tedbîrekî li hember agirên ku belkîm vêkevin weke sala par ku agirên herî xirab bûn amade kiribûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *