DERÇÛNKIRINA SÊ DEWREYAN JI AKADEMIYA ŞEHÎD LORANS

0 544

Nivîsgeha Şehîd Ebo Emced a perwerdeya navendî, sê dewre ji akademiya Şehîd Lorans a fermandaran derçûn kir.

Merasîma derçûnkirinê ya ku bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, fermandarên ji Meclîsa Leşkerî a Reqa û Tebqa û endamên ji saziyên Rêveberiya Xweser tê de beşdar bûn.

Dewre ji 120 şervanên ji herêmên bakurê Sûriyê pêk hat bi navê Şehîd Hogir, Şehîd Xemgîn Kobanî û Şehîd Dilovan Kobanî.

Şervanan toranek leşkerî pêşkêş kirin, piştî wê femandara Yekîneyên Parastina Jin Zîlan Minbic axaftinek kir tê de pêşwaziya beşdarvanan kir û li hemû şervanan pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest.

Û pesna keda wan di perwerdeya ku li akademiya şehîd Lorans de çêbûye tevî zehmetî û nexweşiya korona ya ku bandor li ser tevahî cîhanê kiriye kir, lê tevî wê şervanan perwerdeya xwe berdewam kir ji bo li hember êrîsên li ser herêmên bakurê Sûriyê bisekinin.

Şervanê di akademiya Şehîd lorans de Heyder Reqa derbarê perwerdeya ku şervanan dîtiye axivî u got: ez ji perwerdeyê fêrî pir tiştên ku alîkariya min bikin ji bo ez li hember dijmin bisekinim ji perwerdeya leşkerî û siyasî û çawaniya bikaranîna çekên sivik û giran bûm.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.