KOMANDOS DEWREYA XWE YA HEFTEMÎN LI HERÊMA FIRATÊ DERÇÛN DIKE

0 562

Akademiya Komandos a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Firatê, duh sêşemê, dewreya xwe ya heftemîn a bi navê Şehîd Jiyana Kobanî ku ji 72 şervanên ji gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat derçûn kir.

Dewre çar mehan dirêj kir, şervanan tê de waneyên siyasî, çandî û perwerdeya leşkerî derbarê rêbazên êrîş û serdegirtinê, her wiha di dewrê de perwerde li ser çekên giran û sivik birin.

Merasîma ku fermandarên ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin tê de beşdar bûn, bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.

Piştî wê fermandarê di Hêzên Sûriya Demokratîk de Heqî Kobanî axaftinek kir tê de bidawîkirina perwerdeyê li şervanan piroz kir û tekezî li ser keda ku dane ji bo biserxistina dewrê bi vê asta ku layiqî fedekariya şehîdan ne di saya êrîşên ku bi ser herêmê de tên kir.

Her wiha tekezî li ser girîngiya hebûna wek van hêzan da ku li hember hemû êrîşên ku bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên bisekinin û têk bibin kir.

Fermandar Heqî Kobanî soz da şehîdan ku li ser rêya wan bimeşin û parastina mafên gel ji hemû êrîşan bikin û hêviya sekeftinê di erkên xwe yên leşkerî de ji şervanan re xwest.

Merasîm bi xwarina sonda leşkerî û piştre pêşkêşkirina torana leşkerî bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.