HomemanshetAGIRBEST DI ZEMANÊ KORONA DE.. DERFETEKE JI BO PÊKANÎNA AŞTIYÊ?
manshetNûçe

AGIRBEST DI ZEMANÊ KORONA DE.. DERFETEKE JI BO PÊKANÎNA AŞTIYÊ?

Endama Nivîsgeha Têkiliyan di Yekîneyên Parastina Jin de, Nisrîn Ebdallah wek nûner û berdevk bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk, duh pêncşemê, di platformeke hevpeyvînê de di bin navnîşana “Agirbest Di Zemanê Korona De.. Derfeteke Ji Bo Pêkanîna Aştiyê?” ya ku rêxistina Tekoşina Ji Bo Mirovahiyê rêxistin kiribû bi rêya bernameta Zoom Video berşdar bû.

Gelek alî û rêxistinên çekdar ji Yemen, Filipîn û Kolombiya her wiha Asêf Xan, serokê Yekîneya Piştevaniya Navbênkariyê di Netewên Yekbûyî de û Êrênî Hêrbît seroka Yekîneya Mijarên Cihanî û Komên Çekdar ji Dewletên din, Komîteya Nevdewletî û birêz Mihemed Balşi hevserokê rêxistina “Tekoşina Ji Bo Mirovahiyê” tê de beşdar bûn.

Armanca platformê ew bu ku ji aliyên çekdar ji dewletên dîtir derbarê asoyên aştiyê û asta derfetên ji bo ji nû ve vegerandina calakiya aştiyê di saya kedên ku li hember vayrosa COVÎD-19 tên dayîn bi awayekî zindî guhdar bike.

Mijarên hevpeyvînê derbarê bandora vayrosa Korona li ser çalakiya agirbest û aştiyê û bersivdayîna ji aloziya COVID-19 re li welatên ku bi nakokiyên çekdar bandor bûne.

Nisrîn Ebdela di mudexeleya xwe de axivî û bersiva gelek xalan da, yê herî girîng:

  • Rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya ku QSD’ê agirbestê li ser bingehê banga Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ragihîne.
  • Aloziya vayrosê derfetek ji bo hevkariya mirovahî di navber QSD û hikûmeta Sûriyê de
  • Rewşa niha û tedbîrên hatine girtin ji bo li hember vayrosê û belavbûna wê sekinandin di saya bêçalakiya navdewletî ji bo destek dayîna Rêveberiya Xweser.
  • Rêveberiya Xweser çawa wê bikaribe tedbîrên bersivdayînê baş bike û civaka navdewletî çi texmîn dike?

Ev platform piştî banga Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antoniyo Gotêrês di 23’ê adara 2020 de tê, hejmarek ji rêxistinên çekdar li cîhanê bi rengekî erênî bersiva bangê dan û agirbest ragihandin, her wiha hejmarek ji wan aliyan wê bên vexwendin ji bo xwe bi xwe biderbirînin derbarê vê dozê de, ku cî dikare were kirin ji bo ji vê derfetê sûdek ji bo pêk anîna aştiyê bê girtin, her wiha zelalkirina bersivdayîna wan a taybet ji aloziya COVÎD-19.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *