HomeDaxuyanîJİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE
Daxuyanîmanshet

Jİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE

Di navbera rojên 11 û 17’ê Gulanê de, li herêma Dêrazorê, ji aliyê Yekineyên Anti Terorê ve li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê  operasyon hatin lidarxistin.

Li bajaroka Busêra di encama hewldanên êrîşê ya çeteyan de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî xwe teqand. Di vê operasyonê de 4 çete hatin girtin. Herwiha miqdarek cebilxane hatin desteserkirin.

Li Daşîşa, çeteyek ku ji Tirkiye hatibû xwe teqand. Di vê operasyonê de hejmarek telefon û cebilxane hatin destesekirin.

Li bajaroka Şihêl, di encama pêvçûnê de 1 çete hat kuştin. Di vê operasyonê de jî 3 çete hatin girtin. Herwiha miqdarek cebilxane hatin desteserkirin.

Herwiha di operasyonan de çeteyekî ku hewlda êrîş bike, piştî pêvçûnan xwe teqand.

Navenda Ragihandina ‌Hêzên Sûriya Demokratîk

20 Gulan 2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *