Wednesday, August 5, 2020
HomemanshetAKADEMIYA ŞEHÎD DIJWAR EFRÎN DEWREYEK NÛ DERÇÛN DIKE
manshetNûçe

AKADEMIYA ŞEHÎD DIJWAR EFRÎN DEWREYEK NÛ DERÇÛN DIKE

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn, îro pêncşemê, dewreyeke nû bi navê şehîd “Serhed Girê Spî” ya ji 100 şervanan pêk hat derçûn kir.

Şervanan perwerde li ser hemû cûreyên çekan ên giran û sivik û waneyên siyasî û çandî di 45 rojan de dîtin.

Merasîma ku fermandarên ji Meclîsa Girê Spî ya Leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin tê de beşdar bûn, bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştî wê şervanan toranek leşkerî pêşkêş kirin.

Fermandarê Meclîsa Girê Spî ya Leşkerî Ebo Xelef axaftinek kir tê de pesna şervanan û bidawîkirina perwerdeyê li wan pîroz kir û tekezî li ser rêzkarî, pabendbûn û parastina her bostekî ji axa Sûriyê kir.

Merasîm bi xwarina sonda leşkerî bi dawî bû.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *