Saturday, September 26, 2020
HomemanshetJI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
manshetNûçe

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Di roja 17’ê Gulanê de li herêma Dêrazorê li ser rêya Kesrata, ji aliyê Yekineyên Anti Teror ve operasyonek taybet li hemberî şaneyeke sabotajê ya DAIŞ’ê ku di nav amadekariyên êrişê de bûn, hat li dar xistin.

Di encama vê operasyonê de çeteyên bi navê Mihemed Hemed El Selam (Navê wî di nav DAIŞ’ê de: Ebu Brahîm El Xalaf), Ebdilbaqî Eqla El Casim (Navê wî di nav DAIŞ’ê de: Ebu Emîr) û Îbrahî Hilû El Îbrahî (Navê wî di nav DAIŞ’ê de: Ebu Xelîl) hatin girtin.

Her wiha di operasyonê de; 10 mayîn, 1 motor (ji bo teqandinê amadekirî), 1 AK-47, 16 funye, 35 telefon, 27 destikên biçuk, 10 kilo TNT, 200 metre têl, 2 dûrbîn, 1 seyareyek bombebarkirî û gelek amûrên sabotajê hatin desteserkirin.

Seyareya ku hat girtin, ji bo êrişeke berfireh hatibû amadekirin. Bi vê operasyonê ve pêşiya vê êrişê hate girtin.

Li gorî îfadeyên serokê şanayê Ebu Brahîm; ew talîmatan ji çeteyekî ku niha li Serêkaniyê ye digirtin û amadekarî dikirin ku di cejna Remezanê de li gelek cihan bi çalakiyên sabotajê sivîlan hedef bigirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

21 Gulan 2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *