BIBÎRANÎN Û VÊXISTINA FINDAN DI ŞEVA CEJNÊ DE
Tebqa – Meclîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Tebqayê, êvara roja şemiyê, şeva cejnê, merasîma bibîranîn û vêxistina findina li ser gorên şehîdan weke rêzgirtin û qedir û qîmetdayîna fedekariya wan rêxistin kir.
Merasîma ku fermandarên ji Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê, Yekîneyên Parastina Jin, endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl, malbatên şehîdan û welatiyên bajêr tê de beşdarbûne bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştî wê malbatên şehîdan û şervanan find li ser gorên şehîdan ji bo nemirîkirina bîranîna wan û bihadayînek ji tiştê ku pêşkêş kirine ji bo rizgarkirina gelê xwe ji zilm û zordariyê û da ku gorên wan bibin ronahiyek rêya nifşên pêşerojê ji bo jiyanek azad û bi rûmet vêxistin.
Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Roj Tebqa şehîd û fedekariyên wan ên ji bo parastina xak û gel û şehadeta wan a ji bo guhertina rasteqîna ku hatiye ferzkirin, pêkanîna hêviyên wan di jiyaneke azad de bi wekhevî û biratiya gelan xemilandî bê zilm û zordarî bi bîr xist.
Roj tebqa soza berdewamkirina tekoşinê û meşa li ser şopa şehîdan ji bo parastina destkeftiyên ku di saya fedekariyên wan de pêk hatine û berdewamkirina meşa wan ji bo pêkanîna hêviyên wan di Sûriyayeke demokratîk, nenavendî û pirreng û rizgarkirina herêmên dagirkirî û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê da.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk