Thursday, June 4, 2020
HomemanshetCIVÎNA ASAYÎ YA MECLÎSA LEŞKERÎ YA HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK
manshetNûçe

CIVÎNA ASAYÎ YA MECLÎSA LEŞKERÎ YA HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK

Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk civîna xwe ya asayî di dîroka 20 Gulanê de bi beşdarbûna piraniya endamên xwe li dar xist.

Di civînê de pêşketinên leşkerî û ewlehî bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriya û li qada Sûriyê bi gelemperî hat behskirin her wiha mekanîzmeya karê rexistinî ya hêzan û asta aktîvbûna meclîsên leşkerî yên herêmî, astengiyên li hember kar derdikevin û şaştiyên ku çêdibin di dema derbasbûyî de bi rengekî ku bi bernameya ji nû ve sazkirina Hêzên Sûriya Demokratîk ve erê dike ku hatiye tesbîtkirin di civîna meclîsên leşkerî ya salane, li kêlek bername û planên pêwîst ji bo li hember gefxwarin û zehmetiyên ku li hember herêmê derdikevin ji aliyê leşkerî, rêxistinî û aborî sekinandin hat gorûbêjkirin.

Di civînê de asta amadebûna şerkirin û parastinê ya hêzên me, bi rêya zêde kirina asta perwerdeya cûreyî û amadekirina fermandar û kadroyên pispor di karê rêveberî û leşkerî de hat xwendin.

Her wiha di civînê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk şirovekirinek berfireh ji pêşketin û karên hatine kirin bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê re bi taybet encamên pozîtîv a çalakiyên hevbeş a şerê li hember terorê û şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ruxmî belavbûna vayrosa Korona û bandora wê ya nîgatîv û berdewamkirina bernameya piştgiriya meclîsên sivîl û leşkerî yên herêmî ji bo geşkirina ewlehî û istiqrara li herêmê û rê li hember vegera rêxistina terorî ya DAIŞ’ê girtina, hat kirin.

Her wiha di civînê de karê hevbeş bi artêşa Rûsî re ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike û rista wê di pêkanîna ewlehî û istiqrara herêmê û tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina tensîq û hevkariyê û pêwîstiya gerantiya pabendbûna bi bernameya danûstandin û guhertina siyasî li Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de, hewcedariyên qonaxa heyî û pêwîstiya şopandina hûrûkûr ji kiryarên texrîbî re yên ji hêla şaneyên razayî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku girêdayî rojevên cihêreng ên xwecihî û herêmî, hatin nîqaşkirin.

Her wiha bal kişandina ser mijara terorîstên DAIŞ’ê yên ji hêla Hêzên Sûriya Demokrat ve hatine binçav kirin û hewcedariya gihîştina çareserî û lihevkirinek navdewletî di derbarê darizandina wan û giringiya pêkanîna dadperweriyê ji bo qurbaniyên ku ji ber terora DAIŞ’ê çune.

Her wiha pesna keda hêzên me û pabendbûna wan bi perspektîf û tedbîrên girêdayî rê girtina li hember belavbûna vayrosa Korona û pêwîstiya berdewamkirina pêkanîna tedbîrên hişyariyê di vê derbarê de, her wiha tekezî li ser rista ku divê hêzên me bilîzin di li hember xeteriya agiran di mewsima çinînê ya niha de sekinandin û hişyarkirina hemû derfetên heyî li kêlek saziyên sivîl ên têkildar hat kirin.

Civînê girîngî û peşna keda Fermandariya Giştî ya ji bo yekrêziya Kurdî û tekezî li ser pêwîstiya keddayînê ji bo yekkirina hemû pêkhateyên herêmê û komên muxalefetê yên ku dagirkeriyê red dikin kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *