Thursday, December 3, 2020
HomeCihêrengFOCÊ AGIRKUJÊ AGIREK LI GUNDÊ DIRÛBIYÊ VEDIMIRÎNE
Cihêrengmanshet

FOCÊ AGIRKUJÊ AGIREK LI GUNDÊ DIRÛBIYÊ VEDIMIRÎNE

Focê agirkujê yê girêdayî Tîma Bersivdayîna Yekemînî, roja duşema borî, agirek ku bi zeviyekî li gundê Dirûbiyê 60km bakur rojavayê Reqayê ket vemirand.

Agirê ku vêketiye di zeviyê cotkar Elî Cuma de yê ji gundê Dirûbiyê bi sedema çîkekê ku ji derektoreke di kêlek zevî re derbas dibû derket di encamê de 4 donim ji eslê 100 donimî ji zevî şewitîn.

Du erebeyên agirkujê ji mefrezeya Hezîme 25km bakurê Reqayê ya ku Tîma Bêrsivdayîna Yekemînî sala borî ava kiribû ji bo pêkanîna gihîştineke herî bi lez ji cihên agiran re li herêma bakurî derketin.

Were zanîn ku Tîma Bersivdayîna Yekemînî gelek mefrezeyên xwe li gundewarên Reqayê belav kiribu û ev buyer a duyemîn e bi vî rengî di mehekê de piştî şewata ku li gundê Hitîn di pêncê vê mehê de hatiye vemirandin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *