Thursday, December 3, 2020
HomeDaxuyanîJI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Daxuyanîmanshet

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Til Ebyad dagir kir, tê zanîn ku her roj di navbera çeteyên dagirker de ji ber berjewendiyên xwe yên komî alozî û pirsgirêk derdikevin.

Ew çeteyên ku bi piranî bermahiyên DAIŞ’ê ne û ji bo mirovahiyê tahlûkeyek mezin ava dikin, derveyî berjewendiyên xwe yên madî bi tiştekî din ve negirêdayî ne û bi ti nirxên mirovahiyê ve eleqaya wan nemaye.

Ji ber ew alozî û pirsgirêkên ku di nav komên çeteyan de diqewimin, 2 çeteyên bi navê Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed De’ibul di dîrokên cûda cûda de ji Serêkaniyê reviyan û xwe radestî hêzên me kirin.

Ji wan herdu çeteyan Aras Mihemed Îsa Hec Elî ji Dirbesiyê ye û tevlî dagirkirina Serêkaniyê bûye.

Mihemed Xêr Mihemed De’ibul ji Helebê ye û tevlî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê bûye. Herwiha di nav gelek komên çeteyan de wekî Liwa El Tewhîd, El-Cebhe El-Şamiye, Cebhet El-Nusra, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam de cih girtiye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk
27 Gulan 2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *