Friday, October 23, 2020
HomemanshetŞÊXÊN ÊLÊN DÊREZORÊ JI FERMANDARÊ GIŞTÎ RE: WE RÛMETA ME VEGERAND Û RÊYA ME BÛ YEK
manshetNûçe

ŞÊXÊN ÊLÊN DÊREZORÊ JI FERMANDARÊ GIŞTÎ RE: WE RÛMETA ME VEGERAND Û RÊYA ME BÛ YEK

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk “Mezlûm Ebdî” îro çarşemê, şêxên êlên Dêrezorê, ji bo guhdarkirina xem û pirsgirêkên wan û şêniyên herêmê û avakirina nêrîneke hevbeşî pêşerojî pêşwazî kir.

Şêxên êlan nameyên şêniyên Dêrezorê yên girêdayî rewşa ewlehî, aborî û tendirustî û pêwîstiya ji nû ve sazkirina rêveberiyên sivîl veguhestin, her wiha şêxan dubare û tekezî li ser piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk re û daxwaza çareserkirina mijara jin û zarokên li kampan kirin.

Fermandarê giştî “Mezlûm Ebdî” ji aliyê xwe ve li ser pabendbûna Hêzên Sûriya Demokratîk bi parastina şêniyên Dêrezorê ji şaneyên bermahiyên DAIŞ’ê bi rêya tensîqa berdewam bi Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re û operasiyonên serdegirtinê li ser hucreyên wan derbirand.

Her wiha tekezî li ser peyketina mijara kesên li kampan û karkirina ji bo başkirina rewşa aborî ji hemî aliyan ve û peydakirina derfetên kar kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *