Sunday, August 9, 2020
HomemanshetBÎLANÇOYA ROJA YEKEMÎN A QONAXA DUYEMÎN JI ÇALAKIYA TUNEKIRINA TERORÊ
manshetNûçe

BÎLANÇOYA ROJA YEKEMÎN A QONAXA DUYEMÎN JI ÇALAKIYA TUNEKIRINA TERORÊ

Ji sibeha îro ve, qonaxa duyemîn a çalakiya Tunekirina Terorê ya ku hêzên me bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî pê redibe li herêmên Dêrezorê ji bo şopandin û peyketina terorîstên DAIŞ’ê berdewam dike.

Çalakiya ku hucreyên terorîstan û kesên guman lê hene kiriye armanc hejmarek ji çalakiyên serdegirtin û girtinê li her du bajarokên Bisêra û Şihêl yên dikevin gundewarê bakurê Dêrezorê pêk anîn, gelek kesên ku guman lê hene hatin girtin û hejmarek ji çek û cebilxaneyê hate desteserkirin.

Çekên hatine desteserkirin ji çureyên kilaşinkof, (BKS), demanceyên ferdî yên bi dengbir, avêjên (RBG) û hejmarek ji cebilxaneya cûrbecûr yên çekên me anîne ziman bûn û heta niha (24) kesên terorîst û kesên guman lê hene hatine girtin.

Çalakî heta pêkanîna armanca ku ji bo wê dest pê kiriye berdewam e.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

17/07/2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *