Friday, October 23, 2020
HomemanshetQONAXA DUYEMÎN A TUNEKIRINA TERORÊ DEST PÊ KIR
manshetNûçe

QONAXA DUYEMÎN A TUNEKIRINA TERORÊ DEST PÊ KIR

Hêzên me vê sibeha roja înê 17’yê tîrmeha 2020’an qonaxa duyemîn a çalakiya (Tunekirina Terorê) ji bo şopandin û peyketina şaneyên raketî yên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê da destpêkirin.

Ev qonax hucreyên DAIŞ’ê û şaneyên wê yên gefê li istiqrar û aştiya navxweyî li herêma Dêrezorê dixwin dike armanc û li ser daxwaza şênî, şêx û rûspiyên êlên herêmê hat.

Bi taybet piştî ku êrîşên DAIŞ’ê li ser sivîlan zêde û xeteriyek zindî li ser jiyana wan çêkir.

Çalakiya ku Yekîneyên Taybet ên Antî Teror (YAT) tê de beşdar bûne bi tensîqa bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re û piştgiriya hewayî, heta pêkanîna armanca ku Fermandariya Giştî destnîşan kiriye berdewam e.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

17/07/2020

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *