Wednesday, December 1, 2021
HomemanshetŞÊX Û RÛSPIYÊN ÊLA BEGARA DI HEVDÎTINA BI FERMANDARÊ GIŞTÎ RE: BAWERIYA ME BI QSD HÎŞT EM PIŞTGIRIYÊ BIDINÊ, Û EM BI HEV RE XEM Û HÊVIYÊN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ REDIKIN.
manshetNûçe

ŞÊX Û RÛSPIYÊN ÊLA BEGARA DI HEVDÎTINA BI FERMANDARÊ GIŞTÎ RE: BAWERIYA ME BI QSD HÎŞT EM PIŞTGIRIYÊ BIDINÊ, Û EM BI HEV RE XEM Û HÊVIYÊN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ REDIKIN.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk “Mezlûm Ebdî” îro şemiyê şêx û rûspiyên êla Begara ji bo gotûbêjkirina pêşeroja herêmê her wiha li ser pirsgirêk û astengiyên ku çalakiya pêşketinê asteng dikin sekinandin pêşwazî kir.

Rûspiyan li ser piştgirîdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk û amadebûna wan ji bo pêşkêşkirina bi sedan şervanan ji zarokên êlê ji ber ku armanc û hêvî yek in tekez kirin.

Her wiha hejmarek ji daxwazên ku tengasiyên şêniyan telxîs dikin bi xwe rakirin û ji wan:

  • Piştgirîdayîna meclîsa sivîl û cezakirina kesên xirab di saziyên sivîl û leşkerî de.
  • Pêwîstiya vekirina dergehê Salihiyê ji bo sivikkirina tengasiyên ku şênî dikişînin di veguhestina di navbera herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk û yên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de.
  • Dûrxistina eşîrtiyê ji saziyên sivîl û leşkerî.
  • Başkirina rewşa xizmetguzarî bi gelemperî û rewşa tendirustî û hîndekarî bi taybet.
  • Dîtina çareseriyeke guncav ji pirsgirêka av û rêyan re.

Fermandarê Giştî “Mezlûm Ebdî” ji aliyê xwe ve teqdîra xwe ji helwesta rûmetdar re ya êla Begara ji destpêka çalakiya Hêzên Sûriya demokratîk a li dijî terorê derbirand.

Û destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk destpêkê û belaya Korona duyemînî li hember planên aborî û xizmetguzarî yên hatine danîn bûn asteng, û fermandariya gîştî li ser çareserkirina tevahî astengiyên li hember şêniyên Dêrezorê û herêmên din derdikevin dixebite.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *