Sunday, August 9, 2020
HomemanshetBÎLANÇOYA ROJA SÊYEMÎN A QONAXA DUYEMÎN JI ÇALAKIYA TUNEKIRINA TERORÊ
manshetNûçe

BÎLANÇOYA ROJA SÊYEMÎN A QONAXA DUYEMÎN JI ÇALAKIYA TUNEKIRINA TERORÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk di roja sêyemîn de bi hevkariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Hêzên Parêzvanên Sînor, Yekîneyên Jin û Yekîneyên Komandosê bi hevkariya erdî û hewayî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, qonaxa duyemîn a çalakiya (Tunekirina Terorê) ya ku li herêmên Dêrezorê pêk tîne ji bo şopandin û peyketina terorîstên DAIŞ’ê berdewam dike.

Di nava çalakiyên serdegirtin û şehkirinê ya ku hucreyên terorîstan û kesên guman lê hene kirine armanc de, (6) kesên ku tevlî DAIŞ’ê de ne hatin girtin.

Hêzên me çekên ji cûreya kilaşinkof û hejmarek ji mayînên amadekirî da ku di demên pêş de bi kar bînin, her wiha (5) telefon û laptopekî girêdayî wan şaneyan hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

19/07/2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *