Saturday, December 5, 2020
HomeDaxuyanîJI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE
Daxuyanîmanshet

JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE

Di çarçoveya şopandin û peyketina şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ’ê li herêmên Dêrezorê de, û li ser daxwaza şênî, rûspî û şêxên êlan li herêmê û wek berdewamkirinek ji qonaxa yekemîn a çalakiya “Tunekirina Terorê” re, hêzên me; Hêzên Sûriya Demokratîk li kêlek Yekîneyên Parastina Jin, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, Yekîneyên Komandos, hêzên HAT, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş), Hêzên Parastina Xweser, Parêzvanên Sînor û Dispilîna Leşkerî bi piştgiriya erdî û hewayî ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, di 17 vê meha Tîrmehê de qonaxa duyemîn ji çalakiya “Tunekirina Terorê” ya ku hucreyên terorîst û hemî kesên ku dixwestin ewlehî û istiqrarê li herêmên Bisêra, Şihêl, Riz, Zîban û Hiwêcê li gundewarê bakurî yê Dêrezorê li ser çemê Firatê xira bikin da destpêkirin.

Di dawiya vê qonaxê de, hêzên hevbeş karîbûn armancên ku hatine plankirin pêk bînin.

Bîlançoya çalakiyên serdegirtin û şehkirinê yen ku hucreyên teror û kesên guman lê hene kirine armanc di çar rojan de wiha bû:

Hêzên me di vê qonaxê de 31 terorîst û kesên guman lê hene, di nav de berpirsekî mezin di rêxistina terorî ya DAIŞ’ê de.

Her wiha hejmarek ji çekên ferdî ji cûreyên qilêş, BKS, RBC û çekên M – 16, lê zêde 20 mayîn, alavên kontrolê û telefonên ji bo teqînan amadekirî û hejmarek ji keştiyên biçûk ên ji bo çalakiyên qaçaxiyê di çemê re amadekirî.

Hêzên me depoyekî kevin ê DAIŞ’ê ku tê de bêtirî 1000 topên hewanan hebû dîtin.

Em spasiya şêneiyên herêmê ji bo alikariya ku dane hêzên me da ku çalakiyê bi awayekî serkeftî bi dawî bikin dikin û em soz didin wan ku em ji bo wan hêza parêzvan bin li hember teror û her kesekî ku hewl bide aramî û aştiyê xira bike.

Di heman demê de em tekez dikim ku e mê çalakiyên xwe heta tunekirina terorîstê herî dawî berdewam bikin û kanî û golên terora reş a ku herêm ber bi xirabbûnê bir zuha bikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

20/07/2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *